Li Îranê Sempozyûma Bedî’ûzzeman Se’îdê Kurdî!

13 Aralık 2011 Salı 14:49

Li Îranê cara yekem derbarê Ustad Bedî’uzzeman Se’îdê Kurdî, jiyan, fikir, tekoşîn û felsefa wî de sempozyûmek hat lidarxistin. (İran'da ilk kez Bediüzzaman Said Kurdi'nin yaşamı, mücadelesi ve felsefesi üzerine sempozyum düzenleniyor. İran Devlet Televizyonu da Üstad'ın yaşamı üzerine bir belgesel yayınladı.) Çev: Editör

Li Îranê Sempozyûma Bedî'ûzzeman Se'îdê Kurdî!

Televizyona Dewleta Îranê Press Tv jî, derheqê Ustad Bedî'uzzeman Se'îdê Kurdî de fîlmekî danasînê weşande.

Fîlmê danasînê di Televizyona Pressê de, di çarçova Sempozyûma li Tehranê hat weşandin.

Televizyona Press, di danasînê de beyan kir ku; ji Tirkiye û Îranê gelek 'alimên hêja beşdarê Konferansê bûne…

Di Fîlma Danesînê de hat fêr kirin ku, Bedî'uzzeman Se'îdê Kurdî, mudafe'e kiriye ku di mektebên laîk de divê 'ilmên dînî û di mektebên dînî de jî 'ilmên teknîkî bêne xwendin… Ustad ji bo yekîtiya musulmana jî gelek xebitiye û ji te'essubên mezhebî xwe dûrxistiye û beyan kiriye ku sedemê îxtîlafên navbeyna musulmanan xefikê neyarên Îslamê ne.  

Ustad gelek meşrûtiyetê mudafe'e kiriye. Jiyana ustad Se'îdê Kurdî di girtîgeh û nefya de derbas bûye. Lê belê ustad tucar ji îmana xwe te'wîz neda ye.

Di Fîlma danesînê de dîsa hat beyan kirin ku; li xebatên Ustad yên li ser Felsefê divê di çarçova êrîşên Awrûpiya li hember Quranê bê nihêrtin.

(Muhammed Sebatî/Bangaheq)

haberdiyarbakır

Yorum Gönder