15’Ê GULANÊ ROJA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ

15 Mayıs 2014 Perşembe 14:50

Di 15ê Gulana 1932yan de ku kurd, ziman û çanda wan di bin zext û zorên gelek giran de bûn Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî Kovara Hawarê xwe gihandin hawar û gaziya çand, ziman û edebiyata gelê xwe.

15'Ê GULANÊ ROJA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ
 Di 15ê Gulana 1932 yan de ku kurd, ziman û çanda wan di bin zext û zorên gelek giran de bûn Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî kesên wek Kamûran Bedirxan, Qedrîcan, Osman Sebrî, Cegerxwin, Nûredîn Zaza bi Kovara Hawarê xwe gihandin hawar û gaziya çand, ziman û edebiyata gelê xwe. Ji ber girîngiya vê kovarê û xebatên wan ên giranbiha destpêka Kovara Hawarê wek “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hatiye pejirandin.


Kovara Hawarê ji sala 1932yan heta 1943yan 11 salan weşana xwe berdewam kiriye û bi 57 hejmarên xwe di wêjeya kurdî de wek koleksiyoneke pêhempa ciyê xwe girtiye. Di heman demê yekemîn kovar e ku bi awayekî sîstematîk û domadar weşana xwe bi tîpên latînî kiriye. Bi saya vê kovarê bingeha rêzimana kurdî hatiye danîn û di alfabe, xwendin û nivîsandina kurdî de standartbûnek çê bûye. Ji ber vê yekê jî hawar tenê ne kovarek e, di heman demê de projeyeke sazkirina gelekî ye.

Celedet Bedirxan û hevalên xwe ev kovar di nav şert û mercên gelek dijwar de derxistin. Lewra di wê demê de Serhildana Şêx Seîd û Agiriyê têk çûbû dewletên dagirker bi temamê hêza xwe zext û zordestiyên li ser kurdan giran kiribûn. Ji aliyekî din ve kurd û zimanê wan dihat înkarkirin û li hember vê rewşa kambax gelek rewşenbîr û pêşengên kurd ketibûn nava bêdengiyeke kûr. Di demeke wisa de Hawarê li ber vî neyarê bêwijdan cepheyek vekîrûbû û bi çekê zanîn, perwerde, edebiyatê û ziman erka parastina gelê xwe dabû ser milê xwe. Lewra wan fam kiribû ku neyarê kurdan ên mezin perîşanî, nezanî û bêperwerdebûn e. Ji ber vê yekê jî em dibînin ku qedroya Hawarê di vê kovara giranbiha de enerjiya xwe ji bo şiyarkirina kurdan serf kiriye û şaxên xwe berdane nava dil û hinavên gel.

Îro ku zimanê kurdî di malbatan, jiyana civakî û perwerdeyê de nayê bikaranîn û zarok û ciwanên me nikarin bi zimanê xwe biaxivin, xwendevan, û nivîskar û sîyasetmedarên me dev ji zimanê xwe berdane ango kurdî li hember xetereya windabûnê ye pêdiviya me jî bi (H)hawarekê heye. Di 1932yan de Kovara Hawarê çû bi hawara kurdan ve nizanim îro kî dê bi hawara me ve bê.

Ji bo em kurd zimanê xwe ji mirinê xilas bikin divê her ferdek wek saziyekê bixebite. Ji helêkê ve ji bo ku zimanê me bibe zimanê perwerdeyê dîvê em bixebitin û ji hêla din ve jî em di her hêla jiyanê de bi zimanê xwe biaxivin.

Divê çerçoveyê de wek Sendiqaya Perwerdeya Azad, bi hêviya ku zimanê me jî bibe zimanê perwerdeyê û ev zilm bidawî bibe em roja “Cejna Zimanê Kurdî” li gelê xwe pîroz dikin.

Mustafa SEVİNÇER
Özgür Eğitim-Sen



Yorum Gönder