Amed ji bo Cejna Zimanê Kurdî amade ye

13 Mayıs 2014 Salı 14:34

Amadekariyên pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî ya ku di 15’ê Gulanê de bi pêşengiya Komeleya Pêşvebirina Lêkolîna Ziman a Kurdî û tevlibûna BDP’ê tê kirin, temam bû.

Amed ji bo Cejna Zimanê Kurdî amade ye
 

Rêxistina BDP’a Amedê bi wesîleya Cejna Zimanê Kurdî ya 15’ê Gulanê daxuyaniyek da û banga tevlibûna meşa ku pêk tê kir. Hevsreoka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut di daxuyaniyê de axivî û di çareseriya pirsgirêka ziman de, dersên hilbijarte û perwerdehiya dibistanên taybet têr nake û wiha got: “Ger ku tê xwestin pirsgirêka kurd di zemîna demokratîk de bê çareserkirin pêngava divê bê avêtin, mafê perwerdehiyê di zemîna demokratîk de bê naskirin.”

Amadekariyên pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî ya ku di 15’ê Gulanê de bi pêşengiya Komeleya Pêşvebirina Lêkolîna Ziman a Kurdî û tevlibûna BDP’ê tê kirin, temam bû. BDP’a Amedê bi vê wesîleyê daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku li BDP’a Amedê hat kirin de cigirê hevserokê BDP’a Amedê Eşref Mamedoglu axivî û got di dîroka komara tirk de li ser zimanê kurdî asîmîlasyon pêk hatiye.

Mehmedoglu got ji avakirina komarê heta niha li Tirkiyeyê dibistanên tirkî perwerdê didin hatine vekirin û wiha got: “Li aliyê dinjî zimanê kurdî hat qedexkeirin. Hikûmet bi dersên hilbijarte û TRT 6’ê kurdan mijul dike. Divê zimanê kurdî bigihinîn  asta makeqanûnê. Tu kes nekare vî mafê kurdan asteng bike. em di cejna ziman de ji ber avahiya BDP’a Amedê heta parka koşuyoluyê meşekê pêk tînin.

GEL BI ZIMANÊN XWE HENE

Hevseroka BDP’a Amedê Zubeyde Zumrut jî axivî û got divê di 15’ê Gulanê de Cejna Ziman di hewaya cejnê de derbas bibe û got: “Emê bi vê meşê daxwazên xwe yên bo ziman bilind bikin. Kurd bi salanin daxwaza perwerdehiya ziman dikin. Lê îsal emê dengê xwe bilindtir bikin. Divê demildest pêngav bên avêtin. Ev mafeke. Ger ku li welatekî gel bi zimanê xwe perwerdê nebîne mirov nekarin behsa demokrasiya wî welatî bikin. Li aliyê din jî divê pêvajoya çareseriyê baş bê fêmkirin.

BILA MAFÊ ZIMAN DI ZEMÎNA QANÛNÎ DE BÊ NASKIRIN

Zumrut got hêviya wan eve ku di pîrozbahiyên îsal de pêşveçûn pêk werein û di çareseriya pirsgirêka ziman de tenê dersên hilbijarte û dibistanên taybet têr nakin. Zumrut bi lêv kir ku ger ku bê xwestin di zemînad demokratîk de pirsgirêk bê çareserkirin divê di zemîna qanûnî de pêngav bên avêtin.”

ANF

Yorum Gönder

Toplam Yorum Sayısı 1

Kendi Avatarınızın Görünmesi için Üye Olun!

Gűndî 4 yıl önce yorumlandı

15'dé Gulané îsaljî dîsa hat.Sîyasetwané me dîsa der wé rojé derdikevin qada,di taxaré da aré nahélin.Cejna Zimané Zikmakî bi du sé pîva pîroz dikin ű derbasé siyaseté dibin.Wek tirembéla petrola wî xilas bibe;hema péva dibinin ű disekinin.Ijar ji heft ćema avé tînin.Dest bi"edebiyaté" dikin.Hinkî jî derewé spi dikin ű derbasé zimané dijminé xwe dibin.Édî bese mejî,xwejî nexapînin.Merifé zanyar dibijin;meru bikijan zimanî mijulbe,bi wî jî difikire.Fikre merîya ćibe,zikr ű xewyné merîyajî ewe.Beré hun bixwe fer bibin.Gelo ćend siyaserwané me ű şaredaré me bi Kurdî mijul dibin.Di newroza da Pervin "hanim"nizane nivîsa Serok bixvine.Dev ji slogana berdin.

0 Kişi beğendi.