Encamnameya Kongreya Îslama Demokratîk aşkerebû

11 Mayıs 2014 Pazar 21:22

Kongreya Îslama Demokratîk bi dawî bû. Di encamnameya ku ji 14 xalan pêk tê de wiha hate gotin: "Peyama ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve ji kongreya me re hatiye şandin girîng û bi nirx hatiye dîtin. Ji bo ku Birêz Ocalan hîn çalaktir beşdarî pêvajoya aşîtiyê bibe em bi duayên xwe piştgiriyê didin azadiya wî.”

Encamnameya Kongreya Îslama Demokratîk aşkerebû

Kongreya Îslama Demokratîk ya ku bi pêşniyariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat li dar xistin û etfî Mele Evdilayê Timoqî kir ku gora wî li Rojava ye bi dawî bû. Di encama nîqaşên 2 rojan yên di çarçoveya Kongreyê de encamnameyek hat amade kirin. Encamname ji delegosyanê re hat ragihandin û hat qebûl kirin. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku Kongre dê li hember nelirêtiyên li ser navê îslamê tê kirin rawesite, darvekirinên Îran û Misrê şermezar bike. Di encamnameyê de her wiha wiha hat gotin: “Peyama ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve ji Kongreya me re hatiye şandin girîng û bi nirx hatiye dîtin. Ji bo ku Birêz Ocalan hên çalaktir beşdarî pêvajoya aşîtiyê bibe em bi duayên xwe piştgiriyê didin azadiya wî.”

Encamname bi tevahî eve:

Pêşnûmeya encamnameya bangewaziya Kongreya Îslama Demokratîk 

Em ê ku di bin serenavê Kongreya Îslama Demokratîk de hatine cem hev, bi hereketkirina ji sureyê Maîde ayeta 32’yan “Kî bibe sedemê jiyana mirovekî her wekî bibe sedemê jiyana temamê însaniyetê” em kesên ku ji bo aşitîyê dixebitin û mucadele dikin bi silava xwedê silav dikin. Aşîkare ku şîdet, pevçûn û jihevqetandinên ku her diçe zêde dibe, êdî erdnîgariya îslamê xistiye nava kaosekê. Lê Îslam bi peyama xwe edalet, aştî û ji bo mirovahiyê rêgezên gerdûnî temsîl dike. Di nirxandinê înşakirina aşîtiyeke mayinde û pesendî de, bi pêdiviya pêkanîna hemu aliyên ku hestiyariya wan ya îslamî û însanî heye, dikarin di çarçoveya Hevpeymana Medîneyê de rêbazeke xebatê bikin û ev ek hat qebûl kirin. Ev diyare ku Hevpeymaniya Medîneyê hemû komên ku li Medîneyê dijiyan piştî muzakereyan maf û azadiya wan bi awayekî nivîskî garantî kir. Kongreya me di çareserkirina pirsgirêkên ku di roja me de xwenîşandidin de ligel hevpeyvîn, muzakere, şêwir û rêçikên makezagonî wekî model Hevpeymaniya Medîneyê pêşniyaz dike:

1. Hişmendiyên desthilatdarî yên serdema cahiliyeyê ku civakan dikin dijminên hev û dibin sebebên ziyanên ku telafiya wan zore, li pêş civakên ji hev cudayên ku dixwazin bi hev re di nav aştî û azadiyê de bijîn astenga herî mezine. Îro erdnîgariya me bi qeyraneke mezin a ku nikare tehemul bike re rû bi rû ye. Ev rewş di çarçoveya Hevpeymaniya Medîneyê de înşakirina umetê ji nû ve li ser me pêwist dike.

2. Terma “umetê” ya ku di madeya yekem a Hevpeymannameya Medîneyê de derbas dibe xwedî wateyeke pirnasnameyî, pirzimanî û pirbawerî ye. Divê nêrînên siyasî û bawerî bigirin berçavan, ku umet ji dînên cuda ji mezhebên cuda, bawerî û nasnameyên cuda pêk tê. Di bikaranîna maf û azadiyên bingeh de, di xweîfadekirina kes û civakan de parastina hişmendiyeke bi edalet, wekhev û azad bi sazûmankirina pergaleke huqûqî ku mafan bigire bin garantiyê pêdîvîyeke îslamî ye.

3. Ayeta “Jihevcudabûna ziman û rengên we ji ayetên xwedê ne” (Rûm-22) di serî de bikaranîna zimên maf û azadiyên civakan garantî dike. Bikaranîna gelan a ziman û çanda, xwe bi awayekî azad mafekî ku xwedê daye. Nayê qebûl kirin ku tu desthilatdariyeke siyasî û şîroveyeke olî van civakan ji vî mafî bêpar bike.

4. Gelê kurd yek ji wan gelên qedîm e ku li ser erdnîgariya ku dijîn ji destpêka dîrokê heya niha li ser navê dîn û umetê her cure berpirsiyarî û fedakarî bi cih anîne. Niha divê umet jî li hemberî êrîşên desthilatdariyên laîk, netewe-dewlet, mezhebperest û neteweperest yên li ser kurdan, berpirsiyarî û fedakariyên xwe nîşan bidin.

5. Jinên ku nîvê civakê pêk tînin û nîvê din jî anîne dinyayê ji qadên civakî, çandî, siyasî û aborî hatine dûrxistin. Ev aşîkare ku di jiyana giştî de bi taybetî di şeran de li ser jin û zarokan êrîşên qirêj tên meşandin. Kongreya me bi taybetî tacîz, tecawiz, cînayet, zewicandina bi zarokatî û her cure tundiyên ku ji aliyê hişmendiyên zilamperest û desthilatdarî ve tên meşandin red dike.

6. Di Quranê de dema wesfên rêvebiran tên medih kirin, li ser rêveberiya jinê edalet û îstîşare tê pêşniyaz kirin. Nexwe beşdarbûna jinê bi aweyekî wekhevî di civakê de di çareserkirina tevahê pirsgirêkên civakî de bivênevê ye. Kongreya me bi vê hişmendî û zanînê mafên jinan û temsîliyeta wan di temamê qad û saziyan de bi awayekî azad qebûl û nas dike.

7. Di bikaranîna gelan de mafên xwe yên sirûştî, qanûnî û siyasî yên ku îslamê daye wan de dijwarî, tundî, zilm û darvekirinên ku dibînin nayê qebûl kirin. Di vê çarçoveyê de bi darvekirinên ku li Îranê tên dîtin, biryarên bidarvekirinên ku li Misrê hatine dayin, hişmendiya siyaseta mezhebî ya ku li Bahreyn û Erebîstana Suûdî derxistiye holê û nêzîkahiyên eşîrtîyên teng yên li Yemen û Lîbyayê xencereke mezin e ku li dilê civakan hatiye xistin. Aktorên siyasî divê li hemberî daxwazên gelan dev ji tundiyê berdin.

8. Divê îradeya ku aliyên têkildar derbarê çareserkirina pirsgirêka kurdî bi awayekî aştîyane nîşandane, ji aliyê herkesî ve girîng bê dîtin. Ji bo ku aşîtî bi awayekî mayinde bidome divê di çarçoveya Hevpeymaniya Medîneyê de rêçikên makeqanûnî û muzakere pêk bên. Bi vê mebestê beşdarên Kongreyê derdorên îslamî jî vedixwîne ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin û bi awayekî çalak beşdarî vê pêvajoyê bibin. Di serî de Tirkiye û Suriye li Îran û Iraq jî çareserkirina pirsgirêka kurdî li ser bingeha edalet û mafan di bin berpirsiyariya misilmanan de ye. Ligel hemû aliyên civakî û cemaetan, saziyên mîna Teşkîlata Hevkariya Îslamî û Yekîtiya Ereban divê hêj çalaktir beşdarî pêvajoyê bibin.

9. Şer û pevçûnên ku li Suriye û Rojava diqewimin îradeya bihevrejiyana gelan tehdît dike. Kongreya me dide zanîn ku bi wan rêxistinên ku bi fetwayên derbareyê tundiyên ku pêk tînin de û desthilatdariyên ku bi polîtîkayên xwe piştgiriyê didin wan bi ruhê îslamê re nayê cem hev.

10. Kongreya me rêvebir û dewletên herêmê ji bo ku alîkariyên însanî bigihîjin Suriye û Rojava hemû aliyên têkildar dawetî vekirina deriyên sînoran dike.

11. Di serî de herêma me ew şerên ku li gelek deverên dinyayê yên curbecur li ser bingeha nasnameyî û mezhebî tên meşandin tirs û fikarên mezin derdixe holê. Ev rewş tê wateya dûrketina ji nirxên îslamî yên gerdûnî, aşitî û edalet. Lazim e hema ji wan siyasetên ku zirar dide yekîtiya gelan dev jê bê berdan.

12. Sîyaset û tecrûbeyên îslamê li hemberî civak, bawerî, ol û çandên ji hev cuda li ser bingeha nêzîkbûneke wekhevî hatiye ava kirin. Li ser vî esasî divê di serî de yên elewî, ermenî, suryanî û êzîdî hesasiyetên hemu civakan li ber çav bê girtin û maf û azadiyên wan yên bingehîn bi makezagonan bên garantî kirin.

13. Kongreya me di cihê dîyaneta ku îktîdar û dewletê derdixe pêş de, hişmendiyeke ku civakê û îslama pirane esas digire û tehekuma wê ya li ser ol û baweriyan qebûl nake. Perwerde û hîndekariya olî di serî de medrese divê ji civaka sivîl re bê hîştin û astengiyên li hember vê tev bên rakirin. Kongreya me di şexsên Mele Evdilayê Timoqî, Şêx Seîd û Seîdê Kurdî de ji bo tevahiya mensûbên medreseyan ku di hînbûna îslama rastî de keda wan derbas bûye re hatiye îthaf kirin.

14. Kongreya me wek alternatîfa kapîtalîsta nûjena hakîm hişmendiya îslamê ya adil, demokratîk, pirane, wekhev û azad girîng dibîne.

Peyama ku ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve ji Kongreya me re hatiye şandin girîng û bi nirx hatiye dîtin. Ji bo ku Birêz Ocalan hên çalaktir beşdarî pêvajoya aşîtiyê bibe em bi duayên xwe piştgiriyê didin azadiya wî û azadiya wî dixwazin.

Kongreya Îslama Demokratîk ya ku di 10-11’yê Gulana 2014’an de li Amedê ji Tirkiye, Îran, Kurdistan, erdnîgariya ereban û Ewropayê bi beşdarbûna alimên îslamê û mezinên olî, akademîsyen, siyasetmedar, jin, ciwan û saziyên sivîl ji aliyê wan ve bi eleqeyeke mezin hatiye li dar xistin. Kongreya Îslama Demokratîk ya ku bi beşdarbûna pirhindik 350 delegeyî hat li dar xistin, biryar da ku xebatên xwe hên xurtir bike û bidomîne. Ji bo ku ev xebat bi awayekî rêxistinî û domdar dewam bike û xebatên wê berfirehtir bibe di asta rêveberiyê de lijneyek peywirdar kiriye.

Yorum Gönder