Komeleya Şêx Said Saz Bu

27 Kasım 2014 Perşembe 20:38

Ew kesên ku di riya Xwedê de têne kuştin nebî mirî bihesibînin. Ew sax in lê hayê we jê nîn e. (Sureya Beqerê 154)

Komeleya Şêx Said Saz Bu

Bo Çapemenî û Raya Giştî

Li ser banga kurê Şêx Saîd Efendî yê sax Şêx Ahmet FIRAT malbat û neviyên Şêx Said hatin cem hev û biryara avakirina komeleyekê dan. Ev biryar bi beşdarî û piştgiriya piraniya malbata me pêk hatiye.

Di roja 16.08.2014an de  Li Gundê Kolhîsara bi ser Xinisa Erziromê ku gundê malbata Şêx Said e zêdeirê şêst kesan di bin serkêşiya M.Kasım FIRAT de desteya rêveber a demkî ku ji M.Sait ÖZSOY, Mücahit DENİZ, Behrun AYGÖREN, Feride FIRAT, Felat ÖZSOY û Muhammed Tahir AKAR pêk tê serlêdana xwe ya fermî di 30.10.2014an de pêk aniye û roja 07.11.2014an jî bi pejirandina Midûrtiya Komeleyan a Parêzgeriya Amedê jî avabûna komeleyê ketiye ser fermiyetê.

Armancên bingehîn ên komeleya me ev in;

Xwedîderketina li nirxên xwe yên milî, manewî û dîrokî ku Şêx Said Efendî û hevalên wî pêşengiya wan kiriye û di wê rê de giyanê xwe daye.

Bi beşdariya malbata Şêx Said û malbatên hevalên wî yên dozê ku bi hev re têkoşîn dane, hezkirî û sazî û kesayetên Kurdistanî kar û barê weqfê pêk bînin,

Bi vê weqfa tê avakirin gorên wan bêne çêkirin, hêjayî bîranîna wan kuliyata wan a çandî û  perwerdî bête pêkanîn, avakirina Zanîngeha Şêx Said,

Vekolîn û lêkolînkirina têkoşîna Şêx Said Efendî û hevalên wî û gorên wan ên têne veşartin bêne vedîtin û arşîvên dewletê bêne vekirin,

Her weha di nav kesên ku bîr û boçûnên Şêx Said Efendî ji xwe re rêbaz dizanin de hevkarî bête geşkirin, 

Di nav armancên komeleyê de bursdan û dana xwendinê ya xwendekarên destteng û feqîr jî heye.

Ji bo avakirina yekitiya nava kurdan, ji bo li Rojhilata Navîn xelk û milet bikaribin bi hev re di nav biratiyê de bijîn, ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî bi rê û rêbazên aştiyane jî em wek beşek ji mîsyona xwe dibînin..

Li gorî me mîsyona Şêx Said û hevalên wî yên dozê, ew e ku li cem mezlûman cih digire û li dijî zaliman serî radike. Ev vê helwestê ji bo çareserkirina pirsgirêkên roja me wek çare dibînin. Komeleya me dê bibe parêzvana vê mîsyonê. Bi vê wesîleyê em dibêjin bila komeleya me li ser xêr û xweşiyê be.

Piştî ku serlêdana xwe ya fermî pêk anî, komeleya me li Başûrê Kurdistan û Amedê ligel gelek dam û dezgeh û kesayetên Kurdistanî hevdîtin pêk anîn. Der barê avakirina komeleya me de agahî hatin dayîn û bîr û raya dam û dezgeh û kesayetên Kurdistanî ya derbarê vê hewldanê de hatin pirsyarkirin.

Di vê çarçoveyê de:

Di serî de bi 6 saziyên siyasî ku pêkhateyên TEV-DEMê û partiyên siyasî yên Rojava re bîr û boçûn hatin parvekirin. Me DAÎŞa ku di bin rûpoşa îslamê de êrişî gelê bindest û mezlûm dike şermezar kir û piştgiriya xwe bi têkoşîna li Rojava re destnîşan kir. 

Her weha me li Başûrê Kurdistana ku di bin êrişên DAÎŞê de ye jî bi delegasyoneke ku 43 saziyên siyasî temsîl dike re hevdîtin pêk anîn. Der barê siyaseta Kurdistanê û êrişan de me agahî wergirtin.

Me bi rayedarên PDK-Î ya kurdên Îranê re jî rûniştinek pêk anî. Me hevdîtin bi serkêş û rûspiyên hoz û eşîrên Caf û Berzencî re jî durist kir. 

Me ligel hêzên siyasî yên Bakurê Kurdistanê bîr û raya xwe parve kir.

Di van serdanên me de DBP û KNKê de piştgiriya me kir, em spasiya rayedarên van herdu dam û dezgehan dikin.

Her weha hevdîtinên me yên bi saziyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ku navenda wan Amed e jî berdewam dikin. Me hevdîtin bi KCD(DTK), HDP, DDKD, HAK-PAR, HAREKETA AZADİ, DİAY-DER, PAK re pêk anîn. Hevdîtinên me yên bi dam û dezgehên Bakur re berdewam dikin. 

Em pê xweş in ku em bi vê delîveyê dikarin bîr û raya xwe parve bikin, daxwaza xwe ya bo tifaqa kurdan bînin ziman û beyanên xwe yên li ser vê binemayê parve dikin.

Xebat û rêxistinkirina komeleya me ya ku navenda wê Amed e, dê di dema pêş de bi geştir bidomin û em ê di xizmeta gel û miletê xwe de bin.

Bi rêz û silav…




28.11.2014

KOMELEYA ŞÊX SAÎD

Yorum Gönder

Toplam Yorum Sayısı 3

Kendi Avatarınızın Görünmesi için Üye Olun!

Doğruyu gören 3 yıl önce yorumlandı

elbetteki şeyğ said ef ve arkadaşlari tüm mazlumların ve kürt halkının sorgulanmaz değerleridır buna hiç bir kürdün mazlum ve müslümanın itırazı yoktur ve olamamalıdır 1925 hareketinde hınısın yeri büyüktür ama doğruyuda görmek lazım seyğ said ef ve dava arkadaşlarının idam edildiği yer amedttır cenazeleride ordadır derneğin amacıda tarihini araştırmak mezarlarını yapmak ve gerçek tarihe ışık tutmaktır amed kürdüstanın kalbidır orada kurulması doğaldır kaldıki hınısta iki sene önce şeyğ said ef ve arkadaşları adınına çok masumane bir mevlud okumak istediler maalesef hoş olmıyayan olaylar yaşandı maal esef yaşatanda şeyh said ef nin medresesinde okuyan bir kişini n oğluydu siz hiç kimse sesinini bile çıkarmadı bu bizler için büyük bi ayıptır ltfn bunuda görünüz uzatmak istemiyorum ama her kesii düşünmeye ve vicdanın sesini duymaya davet ediyorum

0 Kişi beğendi.
Kendi Avatarınızın Görünmesi için Üye Olun!

Kadir Akça 3 yıl önce yorumlandı

Şeyh Said ailesi ve onu sevenler ne zaman davalarına sahip çıksa Hınıslıların bir çoğu kendilerini saklamışlar geri durmuşlardır. Hınıslılar sahip çıkmadığı için bugun bu haldedir bu durum. gerçekçi olmak gerek, Hınıs köyleri olmasa bu işe sahip çıkacak adam bile olmayacak, Tortum ilçesinden farkı kalmayacak hınısın nerdeyse.

0 Kişi beğendi.
Kendi Avatarınızın Görünmesi için Üye Olun!

abdulmelik kızıltaş 3 yıl önce yorumlandı

Cidden şu hınısın kaderini anlayamadım . şeyh said ailesi yüz yıllardır hınısta yaşamış ,hınısta tanınmıış, hınısta baş kaldırmış ve bu güne hınıstan gelmiş. ama hınısla alaka kurulmamış şeyh seidi palewi denmiş pirani denmiş .dernek amedde kurulmuş hınısın hiç bir katkısı olmamış gibi hiçe sayılmış bunu bir türlü anlayamadım genede hayırlı olsun serkeftın dıxazım jı wera

0 Kişi beğendi.