Li hemberî jina ducanî şîdet pêk anîn

12 Ağustos 2015 Çarşamba 13:55

Li Dîlokê tîmên taybet bi ser malan de girt û 4 welatî binçavkirin û di dema serdagirtina malan de teror pêk anîn. Tîmên taybet hevsera Mehmet Zekî Gungor ê ku binçavkirin a ducanî darp kirin û zarokê bavê wî Hayrettîn Begîç hat binçavkirin digiriya tîmên taybet çekdanîn serê wî û jê re gotin, "Negirî heke em dê te bikujin"

Li hemberî jina ducanî şîdet pêk anîn
 Tîmên taybet li taxên Guzelvadî, Akdere, Karayilan û Vatan ên Dîlokê bi ser gelek malan de girt. Di encama serdagirtinan de Soner Erdem, Hayrettîn Begiç, Mehmet Zeki Güngör û Halil İbrahim Şahinözel hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn û kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Bajar.

Di dema serdagirtinan de polîsan teror li hemberî gel pêk anî. Polîsan di dema ser mala de girt deriyên malan şikandin û hemû alavên malan texrîp kirin û şîdet li malbatan pêk anîn.

Dayîka Gungor ê ku li taxa Guzelvadî hat binaçvkirin Emîne Gungor diyar kir ku dema polîsan kurê wê binçav kirin li hemberî hevsera wî ya ducanî şîdet pêk hatîn. Gungor anî ziman ku buka wê talukeya zarokê wê ji ber biçe heye û rakirin nexweşxaneyê û niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Polîsan li taxa Akdere bi ser mala Hayrettin Begiç de girtin û xwe negirtin ku derî vebikin û deriyê malê şikandin. Birayê Begîç Osman Begîç anî ziman ku polîsan pirsa kî li qata jor rûdine kirin û wî jî bersiva bavê wî li wir rûdine û niha ji bi nimêjê bike çûye mizgeftê û polîsan jî ji wî re got, "Gelo hûn misliman in hûn nimêjê dikin? Hûn terorîst in."

Birayê Begîç Musa Begîç jî diyar kir ku dema polîsan birayê wî binçavkirin zarokê wî yê 6 salî giriya û di wê demê de polîsan çek danî serê zarok û jê re gotin, "Negirî heke em dê te bikujin."

DİHA

Yorum Gönder